Haber

Bext û text

Min jî wekî gelekan ji we, ji devê pir kesan bihîstiye ku gotine, “Bila bext hebe, text bi xwe tê.” Dema tiştekî xerab bi serê yekî/ê de tê, dibêjin; bextê wî/wê reş e. Belê “bext” di van mînakan de bi wateya “şans, talih”ê tê. Îcar bext ne tenê bi vê wateyê, bi wateyeke din jî tê. Di dîroka kurdan de gotineke navdar heye; “Bextê Romê tune ye”. Dema yek li yekî/ê buxtanekê bike, dibêje; “Bêbextiyan li min meke!” Yan jî yek ji yekî/ê dibêje, “Ez ketime bextê te!”, “Min xwe avêtiye bextê filan kesî.” Ev bextê duyemîn bi wateya wîjdan û dijwateya xiyanetê tê bikaranîn. Dema ku yek dibêje; filan kes bêbext e, dixwaze bibêje, dilê wî/wê bi kesî naşewite.

Di çanda kurdî de bext û bêbextî cihekî berfireh werdigirin. Di gelek çîrok û metelokan de derbas dibin. Çîrok û serpêhatiyên bextereşî û bêbextiyê di çanda kurdî de gelek in.

A rast ev her du peyv der barê sosyolojiya kurdan de jî agahiyên têr û tesel dide. Em ji çanda gelêrî ya kurdan çend qalib û şayesên têkildarî bext bidin. Em nimûne ji pirtûka Heciyê Cindî ya bi navê “Kilamên Cemata Kurda”:

Bextê te û Xwedê de me…..

Tuye bi gihara alrûzî, Gozê lê, Gozelê lê,/ (Ji) bextê min ra tu qîz î.

Beybê, porkurê, îşev sê roj e, sê şev e/ îsiltaqa romê bêbexte

Meke mîrê min meke,/ Xwe li bextê dînê îslamê asê meke,/ Şemongî Xelîfmêrekî heyfe, bê nav meke

(Li) ser bextê min tu bi mêrî…

Telebextê min bêbextê, min nemayê/Koçk keriyê Husêynê Qeco girane ketine devê çayê,

Esedyanî dûr e, farizyan bêbext in,/ Kesek li hewarya Mîrze Resikê bavî Tewretê nayê.

Bextê we me, hûn gazin, loma li min nekin

Keçikê dînê heyderî/ Ta bi kêra kemberî,/ Li ser bextê min Esmerî.

Tema bejina min bêbextê/ Bextê xirav (li) erdê ketê.

Çend mînak jî ji pirtûka Heciyê Cindî ya bi navê “Hikyatêd Cimeta Kurda”:

bextê wî çê biye…

Na, Elo, wextekî xirave, dinyake bêbext e…

Av û zarê me erdê nemîne/ Çawa nehîşt bext û miraz hev bivîne

Ay bêbext, ez mirim, neçe…

Heke em mijarê bi bûyereke aktûel ve girê bidin, em dişên bibêjin, kuştina Narîn Guranê, her du wateyên bêxt bi hev ve girê dide; hem bextê Narînê reş bû, ji ber ku di malbateke wisa de hatiye ser rûyê cîhanê, hem jî kesên ku ew kuştin bêbext bûn. Mixabin di dîroka kurdan de çîrok û serpêhatiyê der barê bextê reş û bêbextiyan de gelek in. Aqûbet û serpêhatiya Narîna heşt salî jî bû yek ji van çîrokan û her du wateyên bext gihandine hev. Lê em baş dizanin ku kan û jêderka hemû bedbextî û bêbextiyan pergala kevneperest û bindestiya kurdan e.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

mucurhaber.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Vip elit Bağcılar escort Bayan numaraları
-
Başa dön tuşu
istanbul escort
istanbul escort
istanbul escort